۳۰ی خەرمانانی ساڵی ۱۴۰۰ ھەتاوی
آموزش وردپرس

Rêkxistinên civaka sivîlên Kurdistanê têkildarî bi kuştina kûlberan daxuyaniyek dane der

ÇavNîyûz : Her ku Roja Mafên Mirovan a Cîhanê nêzîk dibe, çar rêxistinên civaka sivîl li Rojhilata Kurdistanê daxuyaniyek weşand û bang li welatên berpirsiyar û demokrat, û her weha rêxistinên mafên mirovan kir, ku li dijî kuştinên rojane û li pey hev ên Kûlberên Kurd li Rojhilata Kurdistanê bibin xwedî helwestek cidî . Fermandarên têkildar ên Alayê Sînor, ên ku berpirsiyarên serekî yên kuştinan in, werin cezakirin û xistin nav lîsteya binpêkerên eşkere yên mafên mirovan.

Di beşek vê daxuyaniyê de hatiyê nivîsîn :
Kûlberî ne kar û pîşeyek e, lê ew karekî zor û metirsîdar e ku hin ji xelkê Kurd ên deverên sînorî ji ber nebûna binesaziya aborî, hejarî, cûdakarî, bêkarî, nebûna derfetên kar ên wekhev, nebûna pargîdanî û kargehan û hwd. Her roj, ew bi guleya rasterast a hêzên ewlehî û leşkerî yên Komara Îslamî têne kuştin an birîndar kirin . Van mirovên bêguneh û kedkar ger ku ji destê artêşê der bikevin, bi xetera teqîna mînên ku ji hêla heman rejîmê ve hatine çandin, dorpêçbûn di nav berf û bager û baranê de dikevin bin metirsiya mirinê .

Saziyên civaka sivîl (Navenda Mafên Zarokan a Kurdistana Îranê, Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistanê, Yekîtiya Neteweyî ya Xwendekarên Kurd, û Navenda Mafên Mirovan a Kurdistana Îranê) bi gelek zimanên zindî , ji gelek rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan, endamên Parlamentoya Ewropa, Dewletên Yekbûyî û kesayetiyên siyasî Wê mirovahiyê ji vê daxuyaniyê re ji bo piştgiriyê agahdar kiriye.

Di beşek din a vê daxuyaniyê de, hatiyê gotin:
Di deh mehên dawîn ên îsal de (2020) , 187 kûlber hatine kuştin an birîndar bûn, ku ji wan 59 kûlber hatine kuştin û ۱۲۸ kesên din jî birîndar bûne ku rewşa hin ji birîndaran ji bo hejarî yan tirsîn ji binçavbûnê dema ku digihîjin nexweşxanê ne baş hatiyê raport dayîn .
Em komek rêxistinên mafên mirovan û civaka sivîl li Kurdistana Îranê, bi rêzdarî ji we dixwazin ku hûn bersîva gelek binpêkirinên mafên mirovan li Kurdistanê, nemaze kuştina Kûlberan bertek nîşan bidin, û em pêşnîyar dikin ku damezrîner û fermandarên sînor bi van taybetmendiyên jêrîn:

Sertîp Ehmed Elî yê Gûderzî , Fermandarê Giştî yê Alîya Sînor Serdar Yehya Husên Xanî , (Fermandarê Alîya Sînor a Eyaleta Azerbaycana Rojava) , Serdar Elî Riza Merzbanî (Fermandarê Alîya Sînor a Parêzgeha Kurdistanê) , Serheng Yehya Êlahî (Fermandarê Alaya Sînor a Kirmaşanê ) û Serheng Kiyasetê Sipihrî ( Fermandarê Alîya Sînor a Parêzgeha Îlamê) divê ji hêla Rêkxistina Neteweyên Yekbûyî ve werin cezakirin ji ber ku biryara rasterast agir berdan û kuştina bi hezaran Kûlberên Kurd di van salên dawî de.

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *